Tebax 07, 2021 00:19 Asia/Tehran
  • Hîzbullaha Lubnanê 10 mûşek avêtin Erdên Dagirkirî yên filistînî

Artêşa Rejîma Îsraîlê ragihand; 10 mûşek avêtinî girên Golanê û Hîzbullaha Lubnanê berpirsyariya xwe li ser wan êrîşan ragihand.

Hat diyarkirin ku artêşa Rejîma Îsraîlê wan deverên ku mûşek ji wir hatine avêtin, bombebaran dike. Herwiha firokeyên şer ên rejîma Îsraîlê ji gelek nêz ve li ser çiyayê Lubnanê difirin.

Li ser vê mijarê ajansa fermî ya Lubnanê eşkere kiriye ku mûşek ji devera Erqûb a başûr ve hatine avêtin.

Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê dest bi civîneke bilez kir, ku Wezîrê Berevanî û Serokerkan ên vê rejîmê di civînê de beşdar bûn. Herwiha dest bi lêkolîn û pêwendiya bi wan deverên bombekirî kiriye.

Li deverên sînorî yên navbera Îsraîl û Lubnanê şer û pevçûn derketiye, firokeyên şer ên Îsraîlê çavdêriya deverê dikin.

Hizbûllaha Lubnanê diyar kiriye ku di bersiva desdirêjiyên hewayî û bejahî yên Rejîma Siyonîstî ser Lubnanê ev mûşekana avêtine Erdên Dagirkirî yên filistînî (Îsraîlê). 

Serepeyv