Tîrmeh 20, 2021 15:58 Asia/Tehran
  • Tevgera Hizbullaha Libnanê teqîna terorîstî li bajaroka Sedr a Bexdayê şermezar kir

Tevgera Hizbullaha Libnanê teqîna terorîstî li bajaroka Sedr a Bexdayê li dijî welatiyên bêguneh ên iraqî di bereberê Cejna pîroz a Qurbanê pêk hat, şermezar kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Tevgera Hizbullaha Libnanê îro Sêşemî bi daxuyaniyekê destnîşan kir: Yekîtiya iraqiyan bersiva bihêz bo van cinayetan e.

Duh bi şev di encama qewimîna teqîneke terorîstî li bajaroka Sedr a Bexdayê, herîkêm 29 kes hatin kuştin û 47 kes birîndar bûn.

Koma terorîst a DAIŞê berpirsiyariya vê teqînê girt ustiyê xwe.

 

Serepeyv