Hezîran 25, 2021 19:27 Asia/Tehran
  • Mihemed el-Hûsî: Rewatiya Yemenê ji berxwedana wê tê

Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê got ku Yemen bi hêz û berxwedana xwe bi ser ket û rewatî û serxwebûna xwe bi dest xist.

Kanala Al-Mayadeen îro ragihand ku Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê, Mihemed el-Hûsîdi berteka derheq gotinên Şandiyê taybet ê Amerîkayê bo Yemenê di vê barê de ku Waşîngtonê rewatiya Tevgera Enasrullahê dipejirîne got: Rewatiya Yemenê ji hêz û berxwedana wê ye.

El-Hûsî herwiha got: Pêdivî ye ku Amerîka bi birçî hiştin û êrişkarî û dorpêça li dijî neteweya Yemenê, hewl nedek ku bacê ji vî welatî bistîne.

Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê, diyar kir ku civaka navneteweyî divê bi dadmendî û bêyî zorê nêzîkî Yemenê bibe û xwest ku bila dagîrker dawî li êriş û dorpêça li dijî Yemenê bînin û destwerdanê di karûbarên siyasî, civakî û aborî yên Yemenê nekin.

Abdul Wehab el-Mehbeşî, endamê mekteba sîyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê jî got ku şanderê Amerîkî li Yemen pejirandina rewabûna Ensarullah, îtirafa sergirtî derheq vê yekê ye ku Amerîka di paş şerê li dijî Yemenê de ye.

Tim Landerking şanderê Amerîkayê li Yemenê, roja Pêncşemê got: Amerîka tevgera Ensarullaha Yemenê wekî aliyekî rewa û qanûnî û wek komek khin destkeftî bi dest xistne nas dike.

Serepeyv