Ensarullahê ji siyaseta Amerîkayê derheqê Yemenê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i325377-ensarullahê_ji_siyaseta_amerîkayê_derheqê_yemenê_rexne_kir
Serokê Komîteya bilind a Înqilaba Yemenê ji siyasetên Amerîkayê derheqê vî welatî rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2021 09:05 Asia/Tehran
  • Ensarullahê ji siyaseta Amerîkayê derheqê Yemenê rexne kir

Serokê Komîteya bilind a Înqilaba Yemenê ji siyasetên Amerîkayê derheqê vî welatî rexne kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya El-Mîsîreyê, Muhemed Elî Husî, Serokê Komîteya bilind a Înqilaba Yemenê got: Amerîkî îdia dikin ku navê Ensarullahê ji lîsteya terorîsmê derxistiye, di vê rewşê da çima dorpêça li dijî  gelê Yemenê hema wisa berdewam e û di vî warî da karekî nakin?

Husî bi gotina vêya ku amerîkî  tenê îdia dikin ku li  dû çareserkirina qeyrana mirovî li Yemenê ne, got: Heta niha  tu cûre kiryareka  pratîkî ji aliyê amerîkiyan va jibo bidawîanîna şerê Yemenê pêk nehatiye.