Adar 06, 2021 13:23 Asia/Tehran
  • Sipasiya Seyid Hesen Nesrullah ji Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di peyaamekê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê ji ber hevxxemî û sersaxîdana wî derheqê koça dawî ya Şêx Ehmed El-Zîn melayê nasyar ê libnanî, sipasiya wî kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Kanala El-Minarê, Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê di peyama xwe bo Hezretê Ayetullah Seyid Elî Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê da, li ser soza xwe jibo dewama rêya rehmetî Şêx Ehmed El-Zîn û armanc û ramanên Hizbullahê pêgirî kiriye.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê hefteya borî di peyamekê bo Seyid Hesen Nesrullah da, ji ber koça dawî ya alimê mucahid Qazî şêx Ehmed Zîn sersaxî da.

Şêx Ehmed Zîn yek zanyarên nasyar ên suneyên Libnanê û qaziyê berê yê şer'î li bajarê Seydayê û Serokê desteya emîndarên Civata zanayên Misilman a Libnanê bû ku hefteya borî koça dawî kir.

 

 

Serepeyv