Nesrullah: Terorkirina min xwesteka hevpar a Israîl, Amerîka û Erebistanê ye
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê bi gotina vêya ku armancgirtina rêber û fermandarên Hizbullahê armanca hevpar a Amerîka û Rêjîma Siyonîst e, got ku derbarê ihtimala terorkirina wî da di vê heyama dawî da hin hişyarî û tekîd ji aliyê çavkaniyan va hatiye dayînê.
Li gorî rapora Fars Newsê, Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê Yekşemiyê bi şev di gotûbêja digel Kanala Meyadînê da got ku ew beriya şehîdkirina serdar Silêmanî û piştî terorkirina wî da ji armancên Amerîka û Rêjîma Siyonîst bûye û beriya hilbijartina serokmartiyê hewildanên ji vî warî da zêdetir bûne, ji ber ku Trump jibo serketina di hilbijartinê da hewcetî bi van kiryaran hebû.
Seyid Hesen Nesrullah tevî eşareta bi vêya ku heta rêjîma Siûdî li dû terorkirina wî ye, got: Muhemed Bin Selman, Welîehdê Siûdî di sefera xwe ya bo Amerîkayê, ji wan xwestiye ku vî karî bo wî bikin.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê got ku terorkirina fermandarên şehîd Silêmanî û El-Muhendis berovajiya operasiyona terorkirina şehîd Imad Muxniye (ji fermandarên Hizbullaha Libnanê li Sûriyê) û Muhsin Fexrîzade (zanyarê navokî û berevaniyê yê Îranê) operasiyona aşkira bû û ev teror beşek ji nexşeya sêalî ya Israîl, Amerîka û Erebistana Siûdî ye.
Nesrullahî got: Cinayeta terorkirina şehîd serdar Silêmanî ne tenê cinayeta amerîkiyan e, belkî Israîl û Erebistana Siûdî jî destê wan di vê cinayetê da hebû.
Wî got ku Amerîkayê bawer dikir ku bi terorkirina şehîd Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis, Bereya Berxwedanê dê bi dawî were, lê ev mihwer tenê sînordar bi yek du kesan nebûye û dê nebe jî.
Seyid Hesen Nesrullah derbarê vê ihtimalê ku serokomarê niha yê Amerîkayê di rojên tê da dest bi kiryarekê bike, got ku hemî ihtimal di vî warî da bi taybet ji ber cûreya kesayeta Trump ku cunûna mezinahîyê heye, muhtemel in, lê ev gotin û kiryar gişt di qaliba şerê derûnî yê Amerîka û Rêjîma Siyonîst li dijî Bereya Berxwedanê ne.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê di dewamê da bal kişande ser mijara Filistînê û helwêsta welatên erebî derheqê wê û got ku pêştir xiyaneta desthilatdarên ereb li Filistînê û berdana vî welatê ereb ê misilman li hemberî dijminê siyonîst tenê gotin bû, lê di qada rastîn da tiştek nedihat dîtin, lê aniha rastî aşkira bûne û van desthilatdaran asayîkirina pêwendiya digel vê rêjîmê destpê kirine û mukur tên ku bi salan e têkiliya wan a veşartî digel Til Avîvê hebûye.
Nesrullah got ku hinceta welatên erebî wekî Siûdî û Imaratê jibo têkiliya digel Israîlê, Îranê e, lê rastî ev e ku Filistîn barek li sser milê wan bûye ku dixwazin xxwe jê bifilitînin; Ji ber ku ewna şopînerê Amerîkayê bûn û xwezayî ye ku vê mijarê ewna ber bi hevkarî û asayîkirin a digel Til Avîvê kişandin.
Seyid Hesen Nesrullah bal kişande ser têkiliya Hemasê û dewleta Sûriyê û got ku ev pêwendî divê were normalkirin û vegere rewşa berê û rayedar û rêberên Hemasê daxuyanî û helwêstên baş li hemberî êrîşên Rêjîma Siyonîst ser navçeyên Sûriyê hebûne û di salên bihurî da şermezar kirine.