Balyozê Filistînê li Imaratê terka Ebûzebiyê kir
Balyozê Filistînê li Imaratê axa vî welatî terikand.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Cebraîl Recûb, Sêkrêtirê giştî yê Komîteya Navendî ya Tevgera Fetha Filistînê Şemiyê bi şev ragihand ku Balyozê Filistînê li Imaratê bi nîşana nerazîtiya li hemberî lihevkirina Imaratê û Rêjîma Siyonîst jibo asayîkirina pêwendiyan, axa Imaratê bo hertim terikandiye.
Beriya vêya Rêxistina Xwerêveber a Filistînê wek berteka li hemberî asayîkirina pêwendiyan navbera Imaratê û Rêjîma Siyonîst Balyozê Filistînê li Imaratê xwestibû.
Li pey hewildanên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jibo hêsankirina pêvajoya asayîkirina pêwendiyan navbera Imaratê û Rêjîma Siyonîst, Pêncşemiya bihurî du aliyan bi lihevkirinekê, asayîkirina tam a pêwendiyên dîplomatîk pejirandin.
Ev lihevkirin tûşî rexneyên berfireh bûye.