Tebax 15, 2020 16:33 Asia/Tehran
  • Gişt komên filistînî li dijkiryara Îmarat in û wê wek xiyanet li Filistînê dizanin

Kom û gelê Filistînê bi tev li dijî normalkirina pêwendiyên Îmaratê bi Rejîma siyonîstî re ne û wek wek xiyaneta li doza Filistînê dizanin û li nav Filistînê xwpêşandanên berfireh dijî vê pêngavê birêve çûn û tê de Filistîniyan Ala Îmaratê şewitandin.

 Aliyên Filistînê dibêjin qet nabe welatekî Erebî itîrafê bi hebûna îsraîlê bike û peywendiyê ligel wê çêbike, jiber ku Rejîma Îsraîlê  wek hêzeke dagîrkar dibînin ku axa erebî-îslamî ya Filistînê, dagîr kiriye, lewra ew dibêjin Îmaratê bi vî karî xencereke jehrîn li pişta Filistîn û pirsa wê ya dîrokî daye.

Saîb Ureyqat, Mezinê Şêwirmendên Filistînê dibêje, “Beramberî vê yekê divê Filistîn û doza wê bifiroşin, ma ne wiha ye? ev yek ecêb e , piştî hemû wî tiştê ku kirine, tên û dibêjin me ev kar bo we û Filistînê kiriye. Nexêr, ew karê ku we kiriye we ne jibo me kiriye. Me qet çaverêyî vî karî nedikir, ku ev xencera jehrîn bi destê welatekî Erebî li me keve. Di demekê de ye ku ev 6 meh in em dijî Trump û Netanyahu rawestiyane, dijî kuştina bi naheqî, dagîrkariyê, malwêranî û dorpêçkirinê rawestiyane.”

Serepeyv