Gefxwarina Tirkiyê li dijî Îmaratê bû sedema hêrsbûna rayedarên îmaretî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318250-gefxwarina_tirkiyê_li_dijî_Îmaratê_bû_sedema_hêrsbûna_rayedarên_îmaretî
Wezîrê Derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş diyar kir ku Ji bo Tirkiyê ya herî baş ew e ku destwerdana li karûbarên welatên Ereb bide rawestadin û wiha bersiva daxuyaniya Wezîrê Parastina Tirkiyê da;”Ev daxuyanî proveksyon e. Peywendî bi gefan nayê birêvebirin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 02, 2020 04:55 Asia/Tehran
  • Gefxwarina Tirkiyê li dijî Îmaratê bû sedema hêrsbûna rayedarên îmaretî

Wezîrê Derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş diyar kir ku Ji bo Tirkiyê ya herî baş ew e ku destwerdana li karûbarên welatên Ereb bide rawestadin û wiha bersiva daxuyaniya Wezîrê Parastina Tirkiyê da;”Ev daxuyanî proveksyon e. Peywendî bi gefan nayê birêvebirin.”

Wezîrê Derveyê Îmaratê Enwer Qerqaş bi twitterekê bersiv da daxuyaniya Wezîrê Parastina Tirkiyê Hulûsî Akar û got; “Daxuyaniya proveksyon ê Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk têkçûneke diplomatîk a nû ya welatî wî ye. Mentiqê deriyê bilind û dewleta mezin û fermanên wê, cihê xwe erşîva dîrokî ye. Peywendî bi gefan nayê birêvebirin. Cihê xeyalên mêtingeriyê di vî zemanî de tune ye. A herî baş ji bo dewleta Tirk ku destwerdana di karûbarê welatan Ereban de, bide rawestandine.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Akar, di hevpeyvîneke bi kenala El-Cezîre, êrişî Îmaratê kiribû û Îmarat tewanbar kir ku destekê dide komên li Lîbya û Sûriyê ku li dijî dewleta Tirkiyê ne û gefa hesabxwestinê li Îmaratê xwaribû.