Mihemed Elî Husî: Riya filitandina abora Erebistanê bidawîanîna destdirêjiya dijî Yemenê ye
May 04, 2020 17:32 Asia/Tehran
Serokê Komîteya Bilind a Înqilabî ya Yemenê destnîşan kir: Baştirîn riya filitandina abora Erebistanê ew e ku Hevpeymaniya destdirêj a dijî Yemenê rawestîne.
Li gorî rapora Fars Newsê, Mihemed Elî Husî Serokê Komîteya Bilind a Înqilabî ya Yemenê roja Duşemiyê li Twitterê nivîsî: Baştirîn derfet jibo rêjîma Siûdî jibo rawestandina ziyanên giran ên aborî, rawestandina hevpeymaniya destdirêjker a dijî Yemenê û berxwegirtina rêkarên bingehîn dewsa rêkarên ceribandî û bê encam û îdiaya agirbesa xeyalî ye.
Husî ragihand: Rewşa nerênî ya abora Erebistanê li cîhanê hatiye naskirin û Amerîka dê nema wî welatî ji rewşa bi karesat bifilitîne; Ji ber ku Amerêka bixwe beşeka vê karesatê ye.