Hevalbendîya zorbêj a seûdî careka din êrişî Hudeydeyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i312282-hevalbendîya_zorbêj_a_seûdî_careka_din_êrişî_hudeydeyê_kir
Hevalbendîya zorbêj a seûdî careka din rêkevtinama agirbesê binpê kir û êrişî deverên xelknişîn ên parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2020 06:26 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya zorbêj a seûdî careka din êrişî Hudeydeyê kir

Hevalbendîya zorbêj a seûdî careka din rêkevtinama agirbesê binpê kir û êrişî deverên xelknişîn ên parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê kir.

Hevalbendîya zorbêj a seûdî û kirêgirtîyên wê herwiha kolana Sena û devera Xamirî ya parêzgeha Hudeydê dan ber top û hawanan.

Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê vê dawîyê ragihand ku hevalbendîya zorbêj a seûdî heta nika zêde ji 30 hezar carî agirbes li Hudeydê li rojavaya Yemenê binpê kirîye.

Agirbesa ku desteyên Sena û Rîyazê wek du alîyên yemenî liser wê lihevkirin, roja Sêşem 18`ê Kanûna sala 2018`an li parêzgeha Hudeydê destpê bû lê, hevalbnendîya zorbêj a seûdî her roj ewê binpê dike.