Artêşa Yemenê niftkêşeke siûdiyan da ber êrişan
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê derbarê êrişa ser niftkêşeke siûdî li deryaya sor bi mûşeka balistîk agahî da.
Yehya Serî bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî di çarçoveya biryara dorpêça deryayî derheq qedexeya gemîvaniya deryayî jibo Erebistana Siûdî û seqamgîrkirina hevsengiya dorpêça li himberî dorpêç niftkêşa Wefa ya Erebistana Siûdî li bakurê deryaya sor û li himberî navçeya Yenbeê bi çend mûşekên balistîk dan ber êrişan ku bi hezkirina xwedê hema durust li armanc ketin.
Di vê daxûyaniyê de hatiye: Ji destpêka dorpêça deryayî di 22 Tîrmehê de, hejmara niftkêşên siûdî yên ku ketine ber êrişan, gihîşt 8 heban û hejmara gemiyên ku neçar mane paşde vekişin gihîştiye 29 heban.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku operasyonên leşkerî yên wan di êrişa ser niftkêşên Erebistana siûdî li bakurê deryaya sor berdewam bûne û dê zêdetir jî bibe da ku hemî riyên deryayî ser vî welatî de girêdin.