Sibat 20, 2026 17:22 Asia/Tehran
  • Hilbijartina parlimana Libnanê; Tevgerên Hizbulah u Emel dibin hevalbend

Mihemed Re`id Serokê Fraksyona Wefadarîya Bo Berxwedanê li parlimana Libnanê pêgirî kir ku Hizbullah jibo beşdarbûna di hilbijartina parlimanê ya di bihara bê da yê bi Tevgera Emelê ra bibe hevalbend.

Mihemed Re`id piştî hevdîtina tev Nebîh Berrî Rêbrê Tevgera Emelê û Serokê Parlimana Libnanê got: Em dê wek hevalbend di hilbijartinê da beşdar bibin û pêgirîyê ser istiqrara welêt u azadkirina xaka Libnanê ji destê dagirkeran dikin.

Serokê Fraksyona Wefadarîya bo Berxwedanê amajeyî vê yekê kir ku me lihev kirîye ``duhêlîya netewî``wek bingehek jibo sekinîna himber hev hekêşî u pirsgirêkan ava bikin û got: Helwestên Tevgerên Emel u Hizbullahê di warê birêvebirina Libnanê da yek in û her du tevger hilbijartinê di hemî hêlan da bi hev ra li dar dixin û çawan girîngatîyê didin istiqrara navxweyî, pêkutîyê ser sekinîna himber dagirkerîyê û azadkirina warê Libnanê jî dikin.

 

Serepeyv