Kiryarên dagirkiran dijî dîlan di meha Remezanê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i353740-kiryarên_dagirkiran_dijî_dîlan_di_meha_remezanê_de
Çavkaniyên filistînî basa kiryarên nemirovî yên Saziya Zîndanên Rejîma Siyonîst dijî dîlên filistînî di meha Remezanê de kirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 11, 2025 14:16 Asia/Tehran
  • Kiryarên dagirkiran dijî dîlan di meha Remezanê de

Çavkaniyên filistînî basa kiryarên nemirovî yên Saziya Zîndanên Rejîma Siyonîst dijî dîlên filistînî di meha Remezanê de kirin.

Xalid Muhacine, parêzerê filistînî ragihand ku Saziya Zîndanên Rejîma Siyonîst, di kiryareka nemirovî de, xwerina ji bo paşîvê nade dîlên filistînî. Bi destpêbûna meha pîroz a Remezanê, Saziya Zîndanên Rejîma Siyonîst ne tenê rêzê li rê û resmên olî nagire belek bi siyasetên xwe yên serkutkir, ji wan bêparkirina ji îbadetê, birçîhîştina bi qesd û sersariya ji hêla pizişkiyê ve û îşkencê, şert û mercan ji her demeke din ji bo dîlên filistînî dijwartir kiriye.