Sibat 19, 2025 17:33 Asia/Tehran

Şemiya bê yê lihevguhertina herî mezin a girtiyan bi azadkirina nêzîkî 800 girtiyên filistînî ji zindanên Rejîam Siyonîst pêk were.

Lihevguhertina herî mezin a girtiyan dê roja şemiya bê bi azadkirina nêzîkî 800 girtiyên filistînî ji zindanên Rejîma Siyonîst li hember azadkirina sê girtiyên siyonîst û radestkirina termên 5 girtiyên vê rejîmê yê pêk were.

Di raporê de her wiha hatiye ku di nav wan girtiyên ku biryar e roja şemiyê bên berdan, hejmarek ji fermandeyên pilebilind ên Tabûrên Qesam li Rexê Rojavaya çemê Urdinê jî hene, ji wan: Ebdul Nasir Îsa, Osman Bilal û Emar El-Zeben. Her wiha  51 girtiyên bi hikmê cezayê hetahetayê û 59 girtiyên bi cezayê giran jî yê di çarçova vê lihevguhertinê da bên berdan.

Li gorî  ragehandina Sema  El-Exbariye`yê, 200 jin û zarokên ku di dema şer li Xezzeyê de hatibûn girtin, yê di berdêla termên girtiyên siyonîst da bên berdan. Her wiha 445 kes ji girtiyên li Xezzeyê ku di şêrr de hatine girtin, di vê qonaxê de yê bên berdan.  Li gor vê raporê 47 girtiyên ku di dosyeya lihevguhertina girtiyên filistînî yên sala 2011`an de bi Gilad Şalit re hatibûn girtin dê roja şemiyê  bên lihevguhertin. Hêjayî gotinê ye ku ev hêsrînên filistînî di berdêla berdana sê girtiyên siyonîst û radestirina 5 girtiyên siyonîst ku di encama bombebaranê di dema girtîgehê de bûne, hatine kuştin, bi navbeynkarîyê tên berdan. 

Ebû Bilal Berdevkê Tabûrên  El- Mucahidîn ên Filistînê bi daxûyaniyekê ragihand ku termên hejmarek ji girtiyên siyonîst yê sibe pêncşemê bên radestkirin. Berî vîya Xelîl el-Heye serokê Hemasê li Zîvala Xezzeyê ragihandibû, ku Hamasê wek destpêkek ji bo qonaxa duyem a muzakirên agirbesê  biryar daye termên 4 girtiyên siyonîst yên malbata Bîbas roja pêncşemiyê radestî Xaça Sor bike.

Serepeyv