Êrişa Yemenê ser gemiya amerîkî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352830-Êrişa_yemenê_ser_gemiya_amerîkî
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku yekîneyên mûşekî û xwefiran ên Yemenê keştiya firokehilgir a Amerîkayê ya USS Trumen li bakurê Deryaya Sor kirin armanc.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 07, 2025 12:20 Asia/Tehran
  • Êrişa Yemenê ser gemiya amerîkî

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku yekîneyên mûşekî û xwefiran ên Yemenê keştiya firokehilgir a Amerîkayê ya USS Trumen li bakurê Deryaya Sor kirin armanc.

Yehya Serî got ku ev êriş bi 2 mûşekên kirûz û 4 xwefiran dema ku Amerîka xwe ji bo êrîşeke esmanî ya mezin ser Yemenê amade dikir, hat kirin.

Serî herwiha got, di encama 3 operasyonên din ên bi xwefiran de, 2 navendên leşkerî yên Rejîma Îsraîlê li Yafaya dagîrkirî û yek jî li Esqelanê bûne hedef. Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bal kişande ser wê yekê ku ew dê operasyonên xwe yên ji bo piştgiriya ji berxwedana Filistînê bidomînin û ev operasiyona tenê wê bi mercê rawestandina destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê û rakirina dorpêça  were rawestandin.