Pêgîriya parlimanterê Libnanê ser serkevtina Berxwedanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352307-pêgîriya_parlimanterê_libnanê_ser_serkevtina_berxwedanê
Hesen Fezlullah, parlimanterekî Meclisa Libnanê îro pêncşemiyê ragihand ku xelkê vî welatî tevî nerehetî, xirabî û kawiliyan, têk neçûne û serkevtiyê qada şêrr, Berxwedan e.
(last modified 2024-11-28T12:16:30+00:00 )
Tesrîn 28, 2024 15:31 Asia/Tehran
  • Pêgîriya parlimanterê Libnanê ser serkevtina Berxwedanê

Hesen Fezlullah, parlimanterekî Meclisa Libnanê îro pêncşemiyê ragihand ku xelkê vî welatî tevî nerehetî, xirabî û kawiliyan, têk neçûne û serkevtiyê qada şêrr, Berxwedan e.

Hesen Fezlullah, parlimanterekî Meclisa Libnanê, pêgîrî kir: Em di çarçoveya serêxwegirtina berjewendiyên Libnan û Berxwedanê hewl didin. Her dema ku dijmin êrişî me bike em ê êrişî wan bikin. Ti pirsgirêkek di navbera Berxwedanê û artêşê da tineye. Wî di dewamê da got: Armancên dijmin ji bilî kawlkirinê serê xwe negirtine. Xelkê me tevî xem û kawiliyan têk neçûye.

Hesen Fezlullah herwiha destnîşan kir: em hewcedarê gotûbêj û hevhatina netewî ne û hemû libnanî vê mijarê dizanin.