Seyd Ebdulmelik El-Hûsî: Rejîma Siyonîst siyaseta birçîhiştinê girtiye ber xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352035-seyd_ebdulmelik_el_hûsî_rejîma_siyonîst_siyaseta_birçîhiştinê_girtiye_ber_xwe
Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê di axivtina xwe ya îro pêncşemê de bala xwe da ser alûgurên navçeyê û got: Rejîma Siyonîst ji bo ku gelê Filistînê teslîm bibin û çok danin siyaseta birçîhştina wan girtiye ber xwe.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 07, 2024 15:03 Asia/Tehran

Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê di axivtina xwe ya îro pêncşemê de bala xwe da ser alûgurên navçeyê û got: Rejîma Siyonîst ji bo ku gelê Filistînê teslîm bibin û çok danin siyaseta birçîhştina wan girtiye ber xwe.

Seyd Ebdulmelik El-Hûsî rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê got: Dijminê siyonîst vê heftiyê 30 komkujî pêk anîne ku di encama wan de hezar û 300 filistînî şehîd an birîndar bûne ku piraniya wan  jin û zarok  in.Rêberê Ensarullahê  her wiha got: Rêjîma dagîrkir  cinayetên xwe yên hovane li bakura zîvala Xezeyê berdewam dike û pêşiya derbaskirina kelûmelên pizîşkî û  xwarinê digre û  bi darê zorê wan aware û mişext dike.

Seyîd El-Hûsî destnşan kir: Rejîma dagirker  li bakurê zîvala Xezeyê  û beşên curbicur ên zîvala Xezeyê cinayetên giran pêk tîne û awareyan dike armanc.Wî her wiha got: Dagirkir ku di şerê leşkerî de işkest xwarine nikarin bigihêjin armancên xwe, jibo ku gelê Filistînê teslîm bikin siyaseta birçîhiştinê girtine ber xwe.