Êrişa artêşa Yemenê ser başûrê Filistîna Dagirkirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i351910-Êrişa_artêşa_yemenê_ser_başûrê_filistîna_dagirkirî
Artêşa Yemenê ragihand ku êrişî Esqelanê li başûrê Filistîna Dagirkirî kiirye.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 29, 2024 14:43 Asia/Tehran

Artêşa Yemenê ragihand ku êrişî Esqelanê li başûrê Filistîna Dagirkirî kiirye.

Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand: Me operasiyoneka taybet a leşkerî dijî navçeyeka pîşeyî ya li Esqelanê cih aniye. Wî got: Bona piştgîriya ji netewên mezlûm ên Filistîn û Libnanê û piştevaniya ji berxwedana Filistîn û Libnanê û di çarçoveya qonaxa pêncan a girankirina kêşeyan, hêza xwefiran a artêşê, operasiyoneka taybet a leşkerî ser navçeya pîşeyî ya dijminê Siyonîst li Esqelanê cih anî. Ev operasiyona bi çend xwefiran cih hat û xwefir li armancên xwe ketin. Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Hêzên çekdar ên Yemenê wek bersiva li hember cinayetên dijminê siyonîst li Xezze û Libnanê operasiyona xwe ya leşkerî didomînin û ev operasiyona ji bilî sekinandina êrişê û ji holêrakirina dorpêça ser Zîvala Xezzê û sekinandina êrişa ser Libnanê wê neyê rawestandin.