Hizbullaha Libnanê bi mûşekan êrişî 3 bajarokên sîyonîstnişîn kir
Hizbullaha Libnanê ragihand ku têkoşerên Berxwedana Islamî bi mûşekan êrişî 3 bajarokên sîyonîstnişîn kirin.
Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand ku têkoşerên Berxwedana Islamî di çaçrova piştgirîya ji gelê berxwedêr ê Filistîn û Libnanê wek berteka hibmerî êrişên Rejîma Sîyonîst ên ser gund, bajar û sivîlan, bi mûşekan êrişî bajarokê Gîşer Hezîyoyê kirin.
Hizbullaha Libnanê di encama operasîyoneke din da jî bi mûşekê êrişî bajarokê sîyonîstnişîn ê Kaberîyê kir.
Di encama êrişa bi mûşekan a ser Neharîyayê da gellek xisar û zîyan pêk hat.
Bi dû operasyona Berxwedana Islamî ya Libnanê ,dengê zingila xeterê li Neharîyayê û navçeyên derdorê hat lêxistin.
Herwiha gellek xwofirr û mûşekên Berxwedana Islamî li derdora bajarokê sîyonîstnişîn ê Marom û herêma Celîl Ulyayê ketin ku ji ber vê yekê agir berbû wan.