Tîrmeh 19, 2024 07:44 Asia/Tehran
  • Êrişa Hizbullaha Lubnanê bi xwefiran ser baregeha fermandehiya leşkerên siyonîst

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê şeva Pêncşemiyê derbarê êrişa ser baregeha fermandehiya leşkerên Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî agahî da.

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê ragihand ku  bi xwefiran navenda fermandariya tîpa  300 ya Rejîma Siyonîst li bajarokê Yeira yê dagirbûyî dane ber êrişan.

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê her wiha got ku ev êriş wek berteka li hember êrişên hewayî yên vê dawiyê yên Rêjîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê pêk hat û serketî bû.

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê jî li daxûyaniyekê ragihand ku têkoşerên berxwedanê alavên sîxuriyê li navenda sîxûrî û komkirina agahiyan a Rêjîma Siyonîst li bajarokê siyonîstnişîn ê El-Mutleyê bi mûşekeke kontroldar kirin armanc.

Serepeyv