Rayedarê Hizbullaha Lubnanê: Şerê bi Îsraîlê re dê şerê dawiyê be
Berpirsekî Hizbullaha Lubnanê tekez kir kukesên ku vê partiyê bi şer tehdîd dikin, haje îmkan û şiyanên rastîn yên Hizbullaha Lubnanê nînin.
Newaf El-Mûsewî, berpirsê dosiya çavkanî û sînoran li berxwedana Îslamî ya Lubnanê, bal kişand ser şiyanên Hizbullaha Lubnanê û teqez kir ku şerê dahatî bi Israîlê re şerê dawiyê yê Rejîma Siyonîstî e.Ger şerek biqewime dê şerê dawiyê bo wan be.
El-Mûsewî pesna wêrektiya berxwedana Filistînê li Xezeyê da û got: Berxwedana Filistînê piştî şerê 8 mehan, êrişên xwe yên li dijî dijmin didomîne û derbeyên giran li dijmin dixe. Ger birayên me li Xezeyê dest bi operasyona bahoza El-Eqsayê nekirana, meseleya Filistînê wek îro nedibû mijare cîhanî. Karê berxwedana Filistînê bertekek bû li hember dagirkeriya Îsraîlê û tiştê ku Îsraîl îro kiriye û dike. jînosayd e.