Êrişa Hizbullahê ser sê meqerên leşkerî yên Rejîma Siyonîst
Hizbullaha Lubnanê di daxûyaniyekê de derbarê êrişa ser sê meqerên leşkerî yên Rêjîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyîagahî da.
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê bi daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Hizbullahê kombûna leşkerî ya dagirkeran li derdora baregeha Xirbe Ma'r û meqerên leşkerî yên siyonîstan di navbera her du meqerên El-Semaqe û El-Remsayê li zewiyên dagirbûyî yên Şebayê dan ber êrişan.
Li daxûyaniya Hizbullahê hatiye hêzên berxwedanê di êrişeke din a mûşekî de jî cihê kombûna eskerên siyonîst li Cebel Nezrê dan ber êrişan û ku durust li armancên kivşkirî ketin.
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê her wiha ragihand ku hêzên Hizbullahê, meqerên leşkerî yên dagirkeran li girikên Kefer Şobayê bi mûşekan hedef girtin û û gelek zirar li hêzên dijminê dagirker dan.