Muzakirên Senayê bi nûnerê NY re
Serokê şanda muzakerekerê Senayê derbarê muzakireya vê şandê bi nûnerê taybet ê NY yê li karûbarên Yemenê derbarê çend dosiyan ji wan azadkirina hemû girtiyan agahî da.
Mihemed Ebdulselam, serokê şanda muzakirekerê Senayê got ku wî bi nûnerê taybet ê NY bo karûbarên Yemenê re li ser çend dosiyan ji wan azadkirina hemû girtiyan gotûbêj kiriye.
EbdulSelam her wiha got: Di gotûbêja bi Hans Grundberg re pêşketinên hasilbûyî li nexşerêya piştevaniya ji aştiyê li Yemenê û wêdebirina astengiyan ji bo misogerkirina rawestandina destdirêjî û dorpêçê hatine gotûbêj kirin.
Ebdulselam got: Di van muzakireyan de derbarê dosya dayîna mûçeyê bo hemû karmendan û azadkirina hemû girtiyan, derketina hêzên biyanî ji Yemenê, amadekirina rewşê bo diyaloga siyasî hatiye gotûbêjkirin
Serokê desteya danûstandinan a Senayê, sipasiya hewldanên rayedarên Umanê ji bo piştgiriya ji hewldanên aştiyê di gotûbêjên li Mesqet, Sena û Riyazê hatin lidarxistin, kir