Êrişên Hizbullahê bi roketan ser yekîneyên topxaneyên Rejîma siyonîst
Hizbullaha Lubnanê derbarê êrişa bi mûşekan ser yekîneyên topxaneya Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî agahî da.
Hizbullaha Lubnanê îro ragihand: Hêzên vê tevgerê bona piştgiriya ji gelê Filistînê û berxwedana wê, topxaneyên Rejîma Siyonîst li meqera Xirbe Maêrê dan ber mûşekan.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan yên Lubnanê, berxwedana vî welatî dest bi taktîkên taybet kiriye ku dijminbi wan nikare.
Berxwedana Lubnanê di 45 rojên operasyonê de karî ziyabnên rasterast li meqer û şeramûr û sîstemên dijmin bixe.
Di encama operasyona berxwedanê de, 21 şeramûr, 3 firokeyên bêfirokevan, 40 navendên leşkerî, 15 navendên komkirina leşkerî, 170 kamêra, 47 radar, 21 sîstemên parazîtê, 35 sîstema sîxûrî û 77 sîstemên ragihandinê yên Rejîma Siyonîstketien ber êrişan.
Li gorî ragiahndina çavkaniyên berxwedanê, 354 leşkerên Rejîma Siyonîst hatine kuştin an jî birîndar bûne.