Nîsan 11, 2023 17:16 Asia/Tehran
  • Rayedarê Hizbullahê: Îsraîlê şiyana êrîşa ser Xezeyê tineye

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê li ser pêwîstiya hevgirtina ji bo berevaniya ji pîrozweriyên sîlamî û mijarên misilmanan tekez kir.

Li gorî rapora Kanala El-Minarê, Şêx ‘Hesen El-Bexdadî’ Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê êvara Duşemiyê got: Mizgefta Eqsayê û mijara Filistînê tenê taybetî civaka Filistînê nîne.

Şêx El-Bexdadî tekez kir: Destdirêjiyên bêhincet û hovane yên siyonîstên tirsonek dijî nimêjkerên bêberevan hestên misilmanan birîndar kirin.

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê derbarê rewşa navxweyî ya vî welatî jî tevî rexnegirtina li berpirsên ku tenê fikra xwe dikin û girîngiyê nadine aramiya welêt û êşa gel, got: Ew tenê li dû razîkirina Amerîkayê û cihanîna bernameyên wê yên tijî kîn û nefret in.

 

Serepeyv