Adar 15, 2023 19:31 Asia/Tehran
  • Piştgirîya Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê ji lihevkirina Îran û Erebistanê

Sekreterê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê derbara girîngatîya lihevkirina Îran û Erebistanê da got: Sen`a piştgirîyê dide her cure liyêkgiheştin û lihevkirina welatên ereb û misilman ku eva jî babeteke asayî ye.

Sekreterê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê Yasir Hûrî derbara girîngatîya lihevkirina Îran û Erebistanê da got: Pêwîst e ku di navbera welatên ereb û misilman da peywendîyên dîplomatîk hebin.

Sekreterê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê pêgirî kir: Hebûna Rejîma Sîyonîst û dagirkerîya Amerîkayêbûye sedema bêtifaqîyê di nava welatên islamî da û Sen`a ser vê bawerê ye ku hebûna peywendîyê di navbera welatên islamî da babeteke erênî, baş û asayî ye. 

Yasir Hûrî derbara meseleya Yemenê da jî pêgirî kir: Dosîya Yemenê babeteke cida ye û mijara liyêkgiheştina Sen`a û Rîyazê meseleyeke cida ye û têkilîya wê bi liyêkgiheştinên din ra tineye ku helbet Yemen piştgirîyê dide liyêkgiheştinên wekî ya di navbera Îran û Erebistanê da.

Sekreterê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê herwiha got: Peywendîyên Yemen û Îranê di çarçova peywendîyên dualî da ne, lewma nabe bê gotin ku çima Yemenê peywendîyên dîplomatîk bi Îran, Iraq, Libnan û yan her welatekî din ra heye.

Yasir Hûrî herwiha got: Peywendîyên bi vî rengî divê bi Erebistanê ra jî hebin, lê Erebistanê dest bi êrişa ser Yemenê kir û bû sedema alozbûna peywendîyan.

Sekreterê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê herwiha got: Heke Erebistan bigihêje vê encamê ku bi her yek ji welatên islamî û ereb ra peywendîyên dîplomatîk dayne û nekeve ber bayê Amerîkayê û Rejîma Sîyonîst, Yemen radigihîne ku divê peywendîyên wiha hebin û di esasê da divê peywendî ser bingeha cînaretîya baş û berjewendîyên hevpar bin.