Lieberman bêhêvîtiya xwe ji pêşeroja Rejîma Siyonîst diyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338238-lieberman_bêhêvîtiya_xwe_ji_pêşeroja_rejîma_siyonîst_diyar_kir
Wezîrê Darayiyê yê Rejîma Siyonîst bernameyên kabîneya vê rejîmê ya nû neberaqil nirxand û pêşeroj wek tarî wesifand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 19, 2022 14:20 Asia/Tehran
  • Lieberman bêhêvîtiya xwe ji pêşeroja Rejîma Siyonîst diyar kir

Wezîrê Darayiyê yê Rejîma Siyonîst bernameyên kabîneya vê rejîmê ya nû neberaqil nirxand û pêşeroj wek tarî wesifand.

Avigdor Lieberman Wezîrê Darayiyê yê Rejîma Siyonîst tevî diyarkirina nerazîtiyê ji radestkirina Wezareta Darayiyê bo Bozal Smotrîç rêberê Partiya 'Siyonîsma Dînî', got: Dema ku ez bala xwe didim ser hevhatinên ji bo damezirandina kabîneyê, ji hêla aborî va pêşeroja Israyîlê tarî dibînim.

Lieberman hebûna siyonîsmên dînî li kabîneya Netanyahû ya nû û tekeziya wan li ser fêrkariyên taybetî xwe li dewsa fêrkariyên gelemperî li dibistanan bi bîr xist û got: Ev dînitiya tam e ku li dewsa sermayeguzariya di warê teknolojî, lêkolîn û pêşketinê da, kabîneya nû dixwaze 6 miliyon şikilî (shekel: Pereyê nasyar li erdên dagirbûyî) ji bo bernameyeke fêrkariyê xerc bike ku tê da dersên sereke nayên fêrkirin.

Li gorî nûçeyeke din ji Filistînê, çavkaniyên filistînî qala şehîdbûna şervanekî Berxwedanê li bajarê Cinînê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kir.