Dewama dorpêçkirina Xezeyê; serşûriyek ji bo cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337746-dewama_dorpêçkirina_xezeyê_serşûriyek_ji_bo_cîhanê
 Zêdetirî 16 sal ser dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya zêdetirî du milyon kes ji rûniştiyên Zîvala Xezeyê ji hêla Rejîm Siyonîstî va derbas dibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 19, 2022 09:07 Asia/Tehran
  •   Dewama dorpêçkirina Xezeyê; serşûriyek ji bo cîhanê

 Zêdetirî 16 sal ser dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya zêdetirî du milyon kes ji rûniştiyên Zîvala Xezeyê ji hêla Rejîm Siyonîstî va derbas dibin.

Li gorî nûçeya Ajnasa Nûçeyan a Sama ya Filistînê, vê dorpêçkirinê karsatên curbicur ên însanîm jîngehî û aborî li vê navçeyê pêk anîne bi curekê ku nêzîkî sedî 80 ji karistanan hatine girêdan û xizmetên pizîşkî, hîndekarî daketine asteke nizim û kêmasiya derman û kelûpelên pizîşkiyê hene û cereyan berdewam tê qutkirin.

 Ev cinayet li ber çavê civaka cîhanî bi cih tê ku li hember van cinayetan bêdeng maye û eva serşûriyek ji bo hemî kesan e ku li hember van cinayetan bêdeng mane bi taybet dawakarên mafên mirovan .

 Ew şirîkên rastîn ên wan cinayetên nijadperesatane ne , ji ber ku ew dikarin van cinayetan rawestînin lê berovajî ev piştgiriyê didin siyonîstan da ku ev dorpêça dirêjtir bibe.

 Divê ew hemî bizanibin ku gelê Filistînê çi li Zîvala Xezeyê û çi jî li derveyî wê li hember dagirkeran li ber xwe didin û bo têkbirina vê dorpêça zalimane û gihîştina bo armancên xwe yên rizgariyê û pêkanîna dewleta serbixwe ya Filistînê her çiqasî ku dem bibe jî, cidî ye.