Hişyariya nû ya Hizbullaha Libnanê bo Rejîma Siyonîst
Berxwedana Libnanê hema bêje mehekê piştî şandina dronên xwe bo qada neftî-gazî ya Karîşê, bi weşandina vîdyoyeke nû Rejîma Siyonîst hişyar kir.
Berxwedana Libnanê vîdyoyeke nû weşandiye ku nîşan dide keştiyên Rejîma Siyonîst ên taybetî derxistina gzê li sînorê Libnanê û Filistîna dagirbûyî tam xistine bin şopandinê.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Fars Newsê, Di vîdyoya weşandî ya Berxwedana Libnanê bi navê "Tenê çend rojan derfeta we heye", Rejîma Siyonîst tê hişyarkirin ku keştiyên navbirî li ber armanca mûşekên Berxwedana Libnanê da ne.
Di hişyariya berê da ku roja 3ê Tebaxê pêk hat, Hizbullahê bi daxuyaniyekê qala firrîna sê dronên bêçek li ser qada gazê ya kêşeliser di navbera Libnanê û Rejîma Siyonîst da kir.
Her çend ku artêşa Rejîma Siyonîst her sê dron şopandin û kirin armanc, lê Hizbullahê du daxuyaniya xwe da tekez kiribû ku van dronan memûriyeta xwe ya istixbaratî hebûye û karîne memûriyeta xwe serkeftî pêk bînin û peyama hişyariya Hizbullahê veguhezînin.