Tebax 25, 2022 19:24 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Di şerê din da, temenê Rejîma Siyonîst jî dê bi dawî were

Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê hişyarî da, eger Rejîma Siyonîsst êrîşî ser Libnanê bike, dê temenê wê bi dawî were.

Li gorî rapora ajansa fermî ya Libnanê, Hesen El-Bexdadî, Endamê Konseya Navendî ya Tevgera Hizbullaha Libnanê berêvara Pêncşemiyê got: Rejîma Siyonîst di çil salên derbasbûyî da hêz û rastbêjiya Hizbullahê fam kiriye û şerê biçûk û mezin bi Hizbullahê ra ceribandine.

Wî tevî amajeya bi vêya ku Hizbullahê di van şeran da bi taybet di şerê 33 rojî da Rejîma Siyonîst rezîl kir û li hemberî vê rejîmê bi ser ket, got: Hizbullahê têkçûn û hevsengiya pêşîlêgirtinê li ser Rejîma Siyonîst sepandiye.

El-Bexdadî her wiha got: Her cûre êrîşa Israyîlê li ser Libnanê dê hevseng li gorî destdirêjiyê be û eger bigihêje şerê sêyem, dê şerê vê rejîmê yê dawiyê be û pê ra ev rejîm jî dê bi dawî were.

 

Serepeyv