Hizbullaha Libnanê: Em ne xwazyarê şêrr in lê ji bo wî amade ne
Hizbullaha Libnanê ragihand ku ev partîya ne xwazyarê şêrr e lê ji bo wî amade ye.
Mihemed Reid Serokê Fraksyona Wefadarîya Derheq Berxwedanê li parlimana Libnanê ber bi Israyîlê va got: Derxistina gazê li deverên di bin kontrola me da, mafê me ye û em rê nadin ti alîyekî li cîhanê ku çavkanîyên gazê yên me bi kar bîne.
Wî rayedarê Hizbullahê herwiha got: Em arizûya birêektina şêrr nakin lê ji bo wî amade ne. Heke dijminê sîyonîst di rojên bê da şaş be û dest bi destdirêjîya ser axa Libnanê bike, em dê bi egîtî û wêrekane himberî wê bisekinin.
Rêjîma Sîyonîst vê dawîyê bi merwma derxistina gazê ji çavkanîyên gazê yên kêşeliser di navbera wê û Libnanê da li Deryaya Medîteranê, gemîyek şand wê herêmû ku ev kiryara Rêjîma sîyonîst pêrgî nerazîbûna tund a Hizbullahê û rayedarên Libnanê bû.