Agir bi navendeke leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i334985-agir_bi_navendeke_leşkerî_ya_artêşa_rejîma_siyonîst_ket
Çavkaniyên nûçeyan qala agirpêketina li navendeke leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2022 05:29 Asia/Tehran
  • Agir bi navendeke leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst ket

Çavkaniyên nûçeyan qala agirpêketina li navendeke leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst dikin.

Çavkaniyên xwecihî yên Filistînê ragihand ku agirpêketina li serbazxaneya artêşa Rejîma Siyonîst li nêzikî bajarê El-Ramê li bakûrê Qudsa dagirkirî qewimiye.

Li gorî rapora medyayên xwecihî yên Filistînê, ev agirpêketin vê berbangê dest pê bûye.

Tevî hewildana rayedarên Rejîma Siyonîst ji bo nixûmandina bûyer û alûgorên ewlehiyê, vê dawiyê çend agirpêketinên ku bûne sebeba teqînê li hin cihên niştecihbûnê û pêşeyî yên Rejîma Siyonîst hatine ragihandin.