Binpêkirina agirbesê li Hudeydeyê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i334973-binpêkirina_agirbesê_li_hudeydeyê_didome
Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî hema wisa binpêkirina berfireh a agirbesê li parêzgeha Hudeydeya Yemenê didomîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2022 09:18 Asia/Tehran
  • Binpêkirina agirbesê li Hudeydeyê didome

Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî hema wisa binpêkirina berfireh a agirbesê li parêzgeha Hudeydeya Yemenê didomîne.

Li gorî rapora ajansa El-Mesîreyê, Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî di şev û roja derbasbûyî da 42 caran agirbesa li parêzgeha Hudeydeya Yemenê binpê kiriye û ev di halekî da ye ku hema wisa agirbes li parêzgehên din ên Yemenê jî ji aliyê Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî va tê binpêkirin.

Pêştir Elî Qehûm enbdamê Ofîsa siyasî ya dewleta Rizgariya neteweyî ya Yemenê tevî hişyarkirina Erebistana Siûdî derbarê dewama binpêkirina agirbesê, tekez kir: Hêzên çekdar ên Yemenê li hemberî van destdirêjiyan dê bêtevger nemînin û di bersiva bo binpêkirina berdewam a agirbesê ji aliyê Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî va gelek bijardeyên wan hene.