Hezîran 13, 2022 11:35 Asia/Tehran
  • Tirsa Rejîma Siyonîst ji şiyana mûşekî ya Hêzbullaha Libnanê

Berpirsekî Rejîma Siyonîsst hejmara topên hawanê û roketên ku Hizbullaha Libnanê dê di şerê têî da bavêje pêşbînî kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya malpera ibrî ya Vallayê, Jeneral Ûrî Gûrdîn fermandarê bereya navxweyî ya artêşa Rejîma Siyonîst got: Di şerê bê di gel Hizbullaha Libnanê da, he roj bi dehan topên hawanê û roket dê ber bi Israîlêva bên avêtin.

Wî tekez kir: Pandemiya Koronayê artêşa Israîlê neçar kir ku teoriya xurtkirina bereya navxweyî ji bo amadetiya bo hemî babetên nû yên awarte bi pêş bixe.

Di 22 salên derbasbûyî da, cîhanê dîtiye ku ku Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hizbullaha Libnanê bi sûdwergirtin ji amûrên cûr bi cûr ên leşkerî û berxwedana mêrxasane, artêşa destdirêjker a siyonîst tûşî şikestên giran aniye û di her du şerên 2000 û 2006an da siyonîst bi giranî têk çûn.

 

Serepeyv