Hamas: Berxwedana qaremanane ya Cenînê li hemberî siyonîstan dê bidome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333933-hamas_berxwedana_qaremanane_ya_cenînê_li_hemberî_siyonîstan_dê_bidome
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) tevî amajeya bi pevçûnên çekdarî û bêmînak di navebra siyonîst û filsitîniyan li Kampa Cenînê, li ser dewama berxwedana qaremanane li hemberî siyonîstan tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2022 16:29 Asia/Tehran
  • Hamas: Berxwedana qaremanane ya Cenînê li hemberî siyonîstan dê bidome

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) tevî amajeya bi pevçûnên çekdarî û bêmînak di navebra siyonîst û filsitîniyan li Kampa Cenînê, li ser dewama berxwedana qaremanane li hemberî siyonîstan tekez kir.

Vê sibê, leşkerên siyonîst êrîşî ser Kampa Cenînê kir û gulleyên cengê li dijî filistîniyan bi kar anî. Bi gorî gotina şehedan, li pey êrîşa hovane ya siyonîstan ser Cenînê, pevçûnên çekdarî navbera wan û filistîniyan derket.

Hazim Qasim, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) roja Înê got: Cenîn bi mêrxasî û bi morala bilind berxwedana qaremanane li hemberî leşkerên israîlî yên dagirker didomîne. Cenîn xwedan vîneke poladîn e ku dê derfeta dewama rabûna li hemberî dagirkeran heta derxistina wan ji seranserî welatê filistînê bide wê.

 

Leşkerên siyonîst ên dagirker xortekî filistînî bi derbê gulleyê li Cenînê şehîd kir û 11 kes jî birîndar kirin.

Xortekî filistînî îro bi derba gulleya leşkerên dagirker li navçeya Keferdana Cenînê şehîd bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku heta vê kêliyê 11 filistînî bi derba gulleyên leşkerên siyonîst birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine rakirin.