Ensarullaha Yemenê: Hevpeymaniya destdirêjker a erebî ji bo aştiyê cidî nîne
Berdevk û serokê tîma gotûbêjker a Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Hevpeymaniya destdirêjker a erebî ya bin fermana Erebistanê ji bo pêkanîna aştiyê li Yemenê cidî nîne.
Muhemed Ebdulselam, Berdevk û serokê tîma gotûbêjker a Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê di Twîterê da nivîsî: Dewama betalbûna balefirgeha Senayê ji ber destûrnedana bo pêkanîna firînan li gorî lihevkirina agirbes û astengîderxistina di rêya hatina keştiyan bo bendergeha Hudeydeyê, binpêkirina aşkira û cidînebûna hevpeymaniya destdirêjker a erebî ji bo pêkanîna aştiyê diselimîne.
Pêştir dewleta Rizgariya neteweyî ya Yemenê qala vê yekê kir ku NY destpêkirina firînan li balefirgeha navneteweyî ya Senayê piştî şeş salan pejirandiye.
Di vî warî da Mazen Xanim berdevkê fermî yê Rêxistina Geştên Asimanî li Senayê got: NY ji Wezareta derve ya dewleta Rizgariya Neteweyî ra ragihandiye ku pêkhatina yekemîn firîna ticarî ji balefirgeha navneteweyî ya Senayê bo balefirgeha Meleke-Ulya ya Urdinê pejirandiye.
Hevdem rayedarên Senayê NY wek hevkarê hevpeymaniya destdirêjker a siûdî di dewama dorpêça Yemenê û binpêkirina agirbesê da zanîn.
Ebdulmelik Ecerî endamê taxima gotûbêjker a dewleta Rozgariya neteweyî ya Yemenê di çarçova nerazîtiyên Senayê li hemberî dewama dorpêçkirina giştalî da got: Biryar bû ku agirbes ji bo gotûbêja li ser dosyeya rakirina dorpêçê û bidawîanîna şêrr were bikaranîn.
Ji aliyê din va, çavkaniyên nûçeyan berbanga îro qala dewama agirbesê li Yemenê ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî va kir.
Hêzên hevpeymaniya Siûdî di saetên borî da 43 caran agirbesa li Hudeydeyê bin pê kir.