Guterres pêşwazî ji agirbesa li Yemenê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i332962-guterres_pêşwazî_ji_agirbesa_li_yemenê_kir
Sekreterê giştî yê NY roja Înê ji lihevkirina aliyên şêrr li Yemenê derbarê agirbesa yekmehî ku dê ji îro va cih were, pêşwazî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2022 09:17 Asia/Tehran
  • Guterres pêşwazî ji agirbesa li Yemenê kir

Sekreterê giştî yê NY roja Înê ji lihevkirina aliyên şêrr li Yemenê derbarê agirbesa yekmehî ku dê ji îro va cih were, pêşwazî kir.

Antonio Guterres got: Agirbes deriyekî ji bo dabînkirina hewcetiyên lezgîn ên aborî û mirovî li Yemenê vedike û derfetek e ji bo domandina pêvajoya siyasî li vî welatî.

Sekreterê giştî yê NY got: Ev agirbes divê pêngava yekem ji bo bidawîanîna şerê wêranker li Yemenê be.

Şandiyê taybet ê NY bo Yemenê, Hans Grundberg vê dawiyê qala pêşketinekê derbarê şerê Yemenê li Emana paytexta Yemenê kiriye.