Li Qiraxê Rojava Çemê Urdinê kuştina sîyonîstekî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i330737-li_qiraxê_rojava_Çemê_urdinê_kuştina_sîyonîstekî
Li bakurê rojavayê Nablusê li qiraxa Rojava Çemê Urdinê siyonîstekî bajaroknişîn bi gullan hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2021 09:31 Asia/Tehran
  • Li Qiraxê Rojava Çemê Urdinê kuştina sîyonîstekî

Li bakurê rojavayê Nablusê li qiraxa Rojava Çemê Urdinê siyonîstekî bajaroknişîn bi gullan hat kuştin.

Kanala nûçeyan a Al-Menarê şeva pêncşemê ragihand ku li bajarokê Humeş yê nêzîkî bajarê Nablus-Cenînê ji nav otomobîlekê ber bi siyonîstan gulle hate reşandin ku di encamê de siyonîstek hat kuştin û 2 siyonîst jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Filistînê MAA jî ragihand ku çekdarên siyonîst piştî bûyerê ketin dû wê otomobîlê.

Pevçûnên di navbera Filistînî û Siyonîstên dagirker de di van hefteyên dawî de zêde bûne.

Komên curbecur ên filistînî bertek nîşanî vê operasiyon li dijî siyonîstan dan û ev operasyon wek bersiveke xwezayî ya li hemberî cinayetên siyonîstên dagirker bi nav kirin.