Seyid Hesen Nesrullah: Welatên erebî derbarê serketina Sûriyê mukur hatin
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Welatên erebî derbarê serketina Sûriyê mukur hatin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê roja pêncşemiyê di axaftinekê da bi boneya Roja Şehîdan, ev roj wek mezintirîn derbeya Berxwedana Libnanê li Rejîma Siyonîst bi nav kir û tevî amajeya bi vê yekê ku rola şehîdan di têkçûna plana terorîstî ya Amerîkayê li navçeyê hebû û Hizbullah di vî şerî da bi ser ket, got: Di roj û hefteyên dawî da hin nûçe derbarê têkiliyên serokên ereb di gel Bişar Esed serokomarê Sûriyê hatin weşandin ku ev yek bi wateya pejirandina serketina Sûriyê ji aliyê welatên erebî û itirafa wan derbarê têkçûna projeyekê ye ku welatên erebî bi ssedan miliyar dolar ji bo wê mesref kirin.