Êrîşên berfireh ên balefirên şêrr ên siûdî li ser Mareba Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i329208-Êrîşên_berfireh_ên_balefirên_şêrr_ên_siûdî_li_ser_mareba_yemenê
Çavkaniyên yemenî qala êrîşa berfireh a balefirên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li ser cihwarên jiyanê li Mareba Yemenê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2021 08:10 Asia/Tehran
  • Êrîşên berfireh ên balefirên şêrr ên siûdî li ser Mareba Yemenê

Çavkaniyên yemenî qala êrîşa berfireh a balefirên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li ser cihwarên jiyanê li Mareba Yemenê kir.

Li gorî rapora El-mesîreyê, Balefirên şêrr ên Hevpeymaniya Siûdî berbanga roja Yekşemiyê navçeya Herîbê li bajarê Marebê bombebaran kir ku di encamê da welatiyekî sivîl hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Di du rojên borî da jî ji ber êrîşên berfireh ên destdirêjkerên siûdî li ser parêzgeha Seideya Yemenê, 7 welatiyên sivîl hatin kuştin û 16 kes birîndar bûn.

Di vî halî da Muhemed Ebdulselam Berdevkê dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê li ser Twittera xwe nivîsî: Destdirêjkerên ku li dû aştiyê li Yemenê ne, divê destdirêjiya leşkerî li ser vî welatî rawestînin.