Şêx Meşel el Ehmed el Sebah weke welîahdê Kuweytê hat diyarkirin
Wezîrê Dîwana Karûbarê Mîrê Kuweytê Şêx Elî el Cerrah el Sebah, aşkere kir mîrê Kuweytê Şêx Meşel el Ehmed El Cabir El Sebah weke welîahdê nû diyar kirin.
Îro roja çarşeme 07.10.2020an, Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah, Şêx Meşel el Sebah weke welîahdê Kuweytê tayîn kiriye.
Welîahd Şêx Meşel el Sebah di sala 1940an de de li Kuweytê ji dayik bûye kolêja Hindin a polîsî li Amerîkayê de sala 1960an de xelas kiriey. Di wezareta navxwe ya Kuweytê de çend post wergirtine. Demekê wekê Serokê Rêveberiya Asayîşa Niştimanî kar kiriye.
Di Nîsana sala 2014an de, Şêx Mişel weke cîgirê Serokê Pasevaniya Niştimanî û bi pileya wezîr kar kiriye.
Şêx Meşel heftem kurê dehem ê Mîrê Kuweytê Şêx Ehmed el Cabir el Sebah e, zirbirayê mîrê Kuweytê yê mirî Şêx el Sebah el Ehmed el Sebah e.