Şewitandina ala Îmaratê li Qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê
Gelê Filistînê yê hêrsbûyî ji ber xiyaneta hakimên Îmaratê duh ala vî welatî li qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê şewitandin û lihevkirina Îmaret û Rejîma Îsraîlê şermezar kirin.
Li gor Tesnîmê bajarên curbicur ên Filistîniyan li qiraxê Rojavayê Çemê Urdinê bûbû qada xwepêşandana gelê Filistînê ji bo şermezarkirina xiyaneta hakimên Îmaratê ya derbarê normalkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîstî re.
Gelê Filistîn li van xwepêşandanan de ala Îmaratê şewitandin û bi vî awayî hêrsbûna xwe nîşanî hakimên îmaratî dan.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê diyar kir ku Rejîma Îsraîlê û Îmaratê li hev kirin ku pêwendiyên xwe normal bikin.
Ev kiryara Îmaretê li cîhana Îslamê de rastî rexneyên tund hat û welat û kesayetiyên îslamî ev kiryar wek xiyaneta li armancên filistînî nirxandin û ew şermezar kirin.
Berdevkê HAMASê Fûzî Berhûm şeva pêncşemê got: Ev lihevkirina Îmarat û Rejîma Siyonîstî pir bi taluke ye û ew wek xelata belaş a Îmaratê ji bo Rejîma Îsraîlê da zanîn ku ji bo cinayetên wê Rejîmê li dijî gelê Filistînê pêşkêşî wê kiriye.
Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî bi şermezarkirina lihevkirina Îmarat û Rejîma Îsraîlê diyar kir: Gelê mezlûm ê Filistînê ê gişt gelên azad ên cîhanê ti caran normalkirina pêwendiyan bi Rejîma zevtkar û cinayetkar a Îsraîlê re û hevkariya di warê cinayetên wê rejîmê nabexşînin.
Di van mehên dawiyê de hewldanên welatên erebî yên wekî Îmarat û Erebistanê ji bo normalkirina pêwendiyên xwe bi Rejîma Îsraîlê zêde bûne û eva di rewşekê de ye ku Rejîma Îsraîlê ji bilî serkutkirina filistîniyan gelek ji deverên îslamî-erebî dagîr kirine û vê yekê bişidet û lezgînî pêşve dibe.