Imarat / Yekem Hêzgeha Atomî li Cîhana Ereban hat damezirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318230-imarat_yekem_hêzgeha_atomî_li_cîhana_ereban_hat_damezirandin
Yekem Hêzgeha Atomî ya Cîhana Ereban li Imaratê hat damezirandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2020 10:00 Asia/Tehran
  • Imarat / Yekem Hêzgeha Atomî li Cîhana Ereban hat damezirandin

Yekem Hêzgeha Atomî ya Cîhana Ereban li Imaratê hat damezirandin.

Li gorî rapora Sputnikê, Serokwezîrê Imaratê û hakimê Dubeyê, Mihemed bin Raşid Alê Mektûm qala damezirandina yekem Hêzgeha Atomî ya Cîhana Ereban bi navê "Baraka" kir.

Wî di twittera xwe da nivîsî: "Em îro bi awayekî aşkira serketina Imaratê di damezirandina yekem reaktora bi aştî ya atoimî li Cîhana Ereban li rawestgeha Barakayê ya Ebûzebiyê radigihînin. Pisporan karîn bi awayekî serketî ardûya atomî bar bikin, ceribandinên çerxeya tam pêk bînin û Hêzgehê damezirînin."

Hêjayî gotinê ye ku avakirina vê hêzgeha 25 miliyar dolarî ji sala 2011ê va destpê bû û pêşbînî dihat kirin ku berhemanîna elektrîkê di sala 2017an da were destpêkirin.