Adar 18, 2023 16:31 Asia/Tehran
  • Muzakireya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê li Jênêvê baş pêşda diçe

Endamekî Polîtbîroya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê ragihand ku muzakireya digel dewleta wêdaçûyî ya vî welatî têkildarî lihevguhertina êxsîran l iJênêvê baş pêşda diçe.


 

Civîna heftan a Lêjneya Çavdêrîya Ser Lihevguhertina Êxsîrên Yemenê di navbera Dewleta Rizgarkirina Netewî û dewleta wêdaçûyî yên vî welatî ji 11ê Adarê va li şarê Jênêvê ê Swîsê dest pê bûye û yê heta 22yê Adarê bidome.

Endamê Polîtbîroya Dewleta Rizgarkirina netewî ya Yemenê Elî Qehhûm derbara wan muzakireyana da got ku di muzakireyên digel dewleta wêdaçûyî têkildarî lihevguhertina êxsîran li Swîsê da, pêşketin pêk hatîye.

Qehhûm herwiha got: lêjneya çavdêrîya ser lihevguhertina êxsîran geşbîn e ku lihevkirineke baş û serkevtî pêk were.

Vî endamê Polîtbîroya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê herwiha got ku muzakire didomin û hewil tê dayîn ku pirsgirêk li Yemenê bên çareserkirin û pêşketinên şênber di vê çaçrovê da bi dest ketine.