May 31, 2021 18:03 Asia/Tehran
  • Vekirina fermî ya Balyozxana Îmaratê li Tel Avîvê

Çavkaniyên zimanê Êbranî yên li Îsraîlê ji vekirina fermî ya sefaretxana Îmaratê li Tel Aviv xeber da. Eva di rewşekê de ye ku tenê 10 roj ser bidawîbûna şerê rejîma Siyonîs li dijî gelê Filistînê derbas dibe.

Li gorî rojnama "Yedioth Aharonoth"; Balyozxana Îmaratê li Tel Avîvê roja Yekşemê bi fermî hate vekirin û alaÎmaratê jî li kêleka ala Rejîma Siyonîst hate rakirin.

Baroya balyozxana Îmaratê li avahiya Borsaya Tel Avêvê ye, ku gelek pargîdaniyên(şirîketên) teknolojiyê yên Îsraîlî jî tê de ne.

Li gorî raporê, sefîrê Îmaratê "Muhemed El-Xwace" ji 1ê Adara 2021-an li Erdên Dagirkirî(Îsraîlê) ye. Wî ku berê bi çend wezîrên siyonîst re hevdîtin kiribû, roja yekşemê bi Wezîrê Perwerdehiyê yê Kabîneya Tel Avîvê Yuav Galant re jî hevdîtin pêk anî.

Îmarat yek ji wan welatên Erebî ye ku digel dijberiya raya giştî ya cîhana Ereb û binpêkirina mafên Fîlîstîniyan ji aliyê Rejîma Siyonîst bi vê rejîmê re têkiliyên fermî danî.

Merasîma îmzekirina peymana normalîzekirina têkiliyên di navbera Îmarat û Rejîma Siyonîst de di 15ê Îlona 2020an de, bi mêvandariya Qesra Spî hat lidarxistin. Li gorî vê peymanê, Îmarat soz da ku bi Rejîma Siyonîst re têkiliyên dîplomatîk, bazirganî û aborî saz bike.

Serepeyv