Kanûn 04, 2019 09:26 Asia/Tehran
  • Lubnan-Piştgiriya Seed Herîrî ji serokwezîriya Semîr El-Xetîb

Serokwezîrê îstîfakirî yê Lubnanê Seed Herîrî piştgirî da serokwezîriya Semîr el-Xetîb ji bo dewleta pêşerojê ya vî welatî.

Li gor nûçeya Sky Newsê, Seed Herîrî duh êvarê ragihand ku piştgiriyê dide Semîr El-Xetîb ji bo bidest xistina posta serokwezîriyê li Lubnanê, lê belê li bara hûrgiliyan hîn divê gotûbêj werin kirin.

Piştî van gotinên Herîrî, nerazî li ber mala Semîr El-Xetîb li Beyrûtê civiyan û dijberiya xwe derheq serokwezîriya wî diyar kirin. El-Xetîb tacir e.

Di vê navberê de çavakniyên agahdar li Beyrûtê eşkera kirin ku Semîr El-Xetîb namzedê herî nû ji bo serokwezîriya Lubnanê ye. Li gor vê nûçeyê El-Xetîb bi aliyên curbicur ên wekî Tevgera Emel, Tevgera Neteweyî ya Azad, Hizbullah û Seed Herîrî re ser pêkanîna Kabîneya Lubnanê gotûbêj kir.

Xelkê Lubnanê ji 17 Cotmehê ji ber rewşa xirab a aborî û rewşa jiyana li vî welatî xwenîşandanên berfire li dar xistine û eva bû sedema îstîfakirina Seed Herîrî ji serokwezîriya Lubnanê.