Kombûna nerazîbûnê ya xwendekaran li hember avahiya Wezareta Hîndekarî û Perwerdeyê ya Lubnanê
Xwendekar û xwendevanên Lubnanê bona diyarkirina nerazîbûna xwe li hember kêmasiyên li warê hîndekariya dewletî, xerca zêde yên Xwendinê li xwendingehên nedewletî û nizama hîndekariyê li ber avahiya Wezareta Hîndekarî û Perwerdeyê ya Lubnanê kom bûn.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, Ekrem Şuheyb, wezîrê Hîndekarî û Perwerdeyê yê Lubnanê roja pêncşemiyê li civîna rojnamevaniyê ji xwendevan û xwendekarên vî welatî xwest ku bila polên xwe yên dersê tehtîl nekin û piştî dawîbûna sietên hîndekariyê kombûnên xwe li dar xînin.
Wezîrê Hîndekarî û Perwerdeyê ya Lubnanê li bara sloganên eşîretî û hizbî hişyarî da û got: Nabe sloganên bêtifaqîçêker riya xwestekên behreq ên neraziyan bixalifînin.
Televîzyona El-Hedesê jî li bara kombûna xwenîşanderên lubnanî li ber mala Nêda Bostanî wezîrê enerjiyê yê dewleta îstîfakirî ya Lubnanê û dayîna sloganên li dijî siyasetên şaş ên aborî yên wî agahî da.
Xwenîşanderan her wiha li ber mala Nîhad Meşnoq, wezîrê karên navxwe yê berê yê Lubnanê kom bûn û raghandin ku dixwezin ji niha şûnde li ber mala kesayetiyên siyasî, rayedarên dewletê û wezîran kom bibin û siyasetên wan ên şaş ên aboriyê protesto bikin.
Lubnan ji 17 Cotmehê va heta niha şehedê xwenîşandana gelanî bona protestokirina rewşa sermalê û qeyrana aborî ye.