Çile 20, 2017 16:55 Asia/Tehran
  •  CPS`a mûristangan heye

Encama lêkolînên zanistî nîşan dide di mejiyê mêhrûyan de sîstema peydakirina cih û şûnê ya pir pêşketî heye.

 Li gorî rapora  IRIB News`ê û ji zarê Ajansa nûçan a Fransayê ,  encama lêkolîneke  zanistî nîşan da ku  mêhrûyan di mejiyê xwe de, sîstemeke  peydakirina  cih û şûnê ya  pir pêşketî hene ku pê dikarin heta di dema  rakirina barên giran jî yanê dema ku paşpaş de diçin, bêyî tu pirsgirêkekê riya xwe peyda bikin.

  Ev lêkolîna  zansitî ku encama wê li kovara  Current Biology hatiye weşandinê, nîşan dide mêhrû jibo ku riya kuna xwe peyda bikin ji rojê û bîr û mejiyê xwe yê cihnas bikar tînin û di demên  rakirina barên giran jî yanê dema ku bi paşpaş de diçin, hin caran disekinin ku li derdora wxe binêrin û bi riya rojê, riya xwe peyda bikin .

 Zaniyar dibêjin ev hêza balkêş a peydakirina rê dikare  serekaniya  dilketekê (Îlham) jibo berhemanîna  beranmên kampiyoteriyê yên  rênimûniya robotan were hesabê.

Li gor rapora AFPyê,  ev lêkolîna  zanistî ya navneteweyî bi hevkariya  grûpeke ji zanyarên  zanîngeha  neteweyî ya Awistralyayê û navenda lêkolînên  zansitî yên  Fransayê cih hatiye.