CPS`a mûristangan heye
Encama lêkolînên zanistî nîşan dide di mejiyê mêhrûyan de sîstema peydakirina cih û şûnê ya pir pêşketî heye.
Li gorî rapora IRIB News`ê û ji zarê Ajansa nûçan a Fransayê , encama lêkolîneke zanistî nîşan da ku mêhrûyan di mejiyê xwe de, sîstemeke peydakirina cih û şûnê ya pir pêşketî hene ku pê dikarin heta di dema rakirina barên giran jî yanê dema ku paşpaş de diçin, bêyî tu pirsgirêkekê riya xwe peyda bikin.
Ev lêkolîna zansitî ku encama wê li kovara Current Biology hatiye weşandinê, nîşan dide mêhrû jibo ku riya kuna xwe peyda bikin ji rojê û bîr û mejiyê xwe yê cihnas bikar tînin û di demên rakirina barên giran jî yanê dema ku bi paşpaş de diçin, hin caran disekinin ku li derdora wxe binêrin û bi riya rojê, riya xwe peyda bikin .
Zaniyar dibêjin ev hêza balkêş a peydakirina rê dikare serekaniya dilketekê (Îlham) jibo berhemanîna beranmên kampiyoteriyê yên rênimûniya robotan were hesabê.
Li gor rapora AFPyê, ev lêkolîna zanistî ya navneteweyî bi hevkariya grûpeke ji zanyarên zanîngeha neteweyî ya Awistralyayê û navenda lêkolînên zansitî yên Fransayê cih hatiye.